Şingal di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û rewşa wê aram e

Şingal-KDP.info-Qayimqamê Şingalê dibêje, rewşa ewlehiyê aram e û ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye control kirin û tu metirsiyek li ser wê nîne.
Meyser Hecî Mistefa, qayimqamê Şingalê ji KDP.info re got: Rewşa Şingalê aram e û tu metirsî li ser wê deverê nîne, 2 lîwayên hêzên Pêşmerge lêne û kontrol kirine.
qayimqamê Şingalê got jî: Doh şerek di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê li navçeya Sinûnê derket, lê hêzên Pêşmerge êrîşê wan kir û ji tirsan revyan û niha dever ji wan terorîstan hatiye paqij kirin.
Meyser Hecî Mistefa zelal jî kir ku hijmarek mezin ji koçberan berê xwe dane Şingalê ku hijmara wandighê 10 hezar kesî, piraniya wan xelkên vê navçeyên e û berê li Mûsilê kar dikirin, û niha vegeryane cihên xwe û hinek jî li ba kesûkarên xwe ne.
Qayimqamê Şingalê dibêje, Meyser Hecî Mistefa got jî: Pêwîst nake em kampekê ji wan koçberan re vekin, ji ber ku eger em kampê jî çêkin ew têde rûnanên.




