26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Girtina Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve di medyaya cîhanê de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Girtina bajarê dewlemend û pirnetew Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve dengek mezin di medyaya cîhanê de veda.

 

Rojnameya New York Timesa amerîkî, girtina Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve wek girîngtirîn nûçe û sermanşêta xwe belav kir û wiha nivîsî: Hêzên kurdî bajarekî girîng ê Iraqê xistin destê xwe.

 

Di nûçeya New York Timesê de hatiye gotin ku Kerkûk hêleke din a aloziya ku çekdarên sunnî çêkirine, zêde dike.

 

Malpera BBCjî behsa girtina Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve kiriye û ragihandiye, jixwe kurd ji ber siyaseta teirîb (bierebkirin) a Sedam Husên û bi darê zorê ji Kerkûkê hatin derxistin û li şûna wan mirov ji başûrê Iraqê anîn û li wir bicîh kirin.

 

Rojnameya Washington Postjî wiha behsa girtina Kerkûkê û şerê DAIŞê kiriye: Her ku çekdar ber bi pêş ve diçin û kurd jî Kerkûkê digirin Iraqê tê hilweşandin.

 

Du rojnamevanên Washington Postê jî ku li Hewlêrê ne, wiha nivîsandine: Iraq roja pêncşemê li ser lêva hilweşînê ye ji ber ku komên çekdar ên girêdayî El Qaîdê bakûrê Iraqê girtin û niha jî ber bi Bexdayê ve diçin û hêzên kurdî jî bêyî ku şer bikin bajarê Kerkûkê girtin.

 

Îro Cebar Yawer Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge, ji KDP.info re ragihand  ku bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên Kurdistanî yên dervey Herêma Kurdistanê, ji Nefitxane (Xaniqin) heta Pêşabûrê û tev navçeyên derdora Kerkûkê ketin bin kontrola hêzên pêşmerge de.

 

Ji aliyek din ve Rêveberê Raghandin û Rewşenbîrî û Hişiyariyê di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hikmet ji Rûdawê re aşkere kir ku: “Vekişan ji wan navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne di pilana me de ye û bi ti awayekî em jî venakişin.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar