Di kemîneke DAIŞê de 3 Pêşmerge şehîd bûne

Zummar_KDP.info-Li Zummarê, di encama şer û pevçûnên şeva derbasbûyî di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de, 3 Pêşmerge şehîd bûne û hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin û birîndar kirin.
Selah Mîranî, berpirsê navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zummarê ji KDP.info re ragihand: Şeva derbasbûyî li nêzîkî gundê Iwênatê yê ser bi devera Zummarê ve, hêzên Pêşmerge ketin kemîneke çekdarên DAIŞê û hatin bûmbebaran kirin, di encam de 3 pêşmerge şehîd bûn, piştre hêzên pêşmerge êrîşî wan terorîstan kirin û ew şikenandin.
Derbarê vê bûyerê Selah Mîranî got: Hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birşndar kirin, ji ber ku şeva derbasbûyî diktor ji gundê Awgenî birine bo gundê Ewêne ji bona çareserkirina birîndarên xwe.
Li gor wî perpirsê navenda PDKê, ji niha ve kontrola wê navçeyê di destê hêza Pêşmerge de ye.
Mîranî got jî: Îro hêzeke pêşmerge ji Zaxo gehiştin naveya Zummarê û ji niha ve di amadebaşiyê de ne û çekdarên DAIŞê revyane.
Ew Pêşmergên ku şehîd bûne nave wan evin: Raîd Cemîl Şilî, Mulazim Araz Xurkî û Berqî Ehmed.




