Di çend rojên bê de Serok Barzanî vedigere Kurdistanê
__2014_06_12_h17m29s39__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info-Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di çend rojên bê de Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê wê vegere Herêma Kurdistanê û dawî bi serdana xwe bîne.
Fûad Hisên, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê ji KDP.info re got: “Piştî serdana xwe ya serkeftî ji bo Fransa, Îtalya û hevdîtina wî ligel Papayê Vatîkanê û serokomarê Fransayê de, serokê Herêma Kurdistanê wê di çend rojên bê de vegere Herêma Kurdistanê”.
Fûad Hisên got: “Serdana serok Barzanî bi dawî hatiye û ne ji ber rewşa taybet a Mûsilê ye”.




