Ferhad Etroşî bû parêzgarê Duhokê

Dihok-KDP.info-Îro parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Duhokê yên nû hatin hilbijartin.
Di civîna îro ya endamên nû yên encûmena parêzgeha Duhokê de Ferhad Etroşî wek parêzgar, Fehîm Ebdillah wek serokê encûmena parêzgehê û Bêrîvan Selîm Şemo wek cîgir serokê encûmenê hatin hilbijartin.
Her sê kes jî nazmedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne.
Di hilbijartinan de, serok û cîgira serokê encûmena parêzgehê ji koma 28 dengan 27 dneg bi dest xistin.
Herwiha Fehad Etroşî her 28 deng bi dest xistin û bû parêzgarê Duhokê.
Di hilbijartinên 30yê nîsana bûrî de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Dihokê di gûmeya 28 kursiyan de, 19 kursî bi dest xistin, û hemû aliyên din jî 8 kursî bi dest anîne, û kursiyek ji bona kiristiyana ye.




