25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge hemû navçeyên Kurdistanî li Mûsilê kontrol kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Fermandeyê hêzên Sipîlkê dibêje, çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdiatnê nemane û ew dever li jêr kontrola Hêzên Pêşmerge de ne, lewra xelkên wir bi aramî jiyana xwe dikin.

Fermandeyê fermanda Sipîlk, Emîd Ebdûlrehman Kewînî, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragihand ku ji seat 9ê şev heta 10 DAIŞ li gel pêşmerge şer dikir, lê pêşmerge bi ser ket û bera wan da û reviyan bo sînorê Sûriyê, ew navçeyên ku di bin destê wan debû hemû vala kirin û me cihê wan xistin destê xwe.

Emîd Ebdûlrehman Kewînî got jî: Hemû navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdiatnê ji DAIŞê hatine baqij kirin û niha li jêr kontrola Hêzên Pêşmerge de ne, lewra xelkên wir bi aramî jiyana xwe dikin.

Derbarê derbasbûna hêzên Pêşmerge bo nav bajarê Mûsil, Fermandeyê hêzên Sipîlkê tekez kir ku heta niha ti ferman ji bo derbasbûna nav bajêr ji mere nehatine, ji ber ku hêzên Pêmerge nabin beşek ji şer, lê belê.

Nûçeyên têkildar