Rufatên 56 enfalkiriyan li Germiyanê hatin veşartin

Hewlêr-KDP.info-Merasîma anîn û bixakspartina 56 rufatên xelkê Germiyanê yên ku hatine enfalkirin, îro saet 9ê sibehê li bajarokê Rizgarî destpêkir.
Îro pêncşema 12/6/2014 Di merasîmê de tevî malbatên enfalkiriyan, şandeke Parlamentoya Kurdistanê û şandeke malbatên enfalkiriyên Badînanê jî beşdar in.
Fûad Osman, berdevkê wezareta karûbarên Şehîd û Enfalkiryan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihan: Di merasîmê de, malbatên enfalkiriyan daxwaz kirin ku tawanbar bên cezakirin û gotin ku “desthilat ji wan tê standin û li caşan vedigere”.
Osman diyar kir ku “ew 56 rufat, berî çend rojan hatin dîtin û piraniya wan ên Nugre Selman in.”
Fûad Osman tekez kir ku “ji ber rewşa xirab a ewlekariyê, ya navçeyên Kurdistanî yên dervey îradeya Herêma Kurdistanê, piroseya dîtina wan gorên mayî rastî pirsgirêkê hatiye.”
Ew 56 kes di serdema rejîma Baes de li zindana Nugre Selman li rojavayê Iraqê hatibûn girtin û piştî îşkencekirinê bi zindî di nav gorekê de hatibûn binaxkirin.
Proseya enfalkirina xelkê Germiyanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li ser 3 qonaxan hat kirin û zêdetirî 550 gundên navçeyê hatin şewitandin.




