Dîndar Zêbarî: Nêzîkî 300 hezar hemwelatiyên Mûsilê koçberî Kurdistanê bûne

Hewlêr-KDP.info-Alîkarê berpirsê fermangeha Peywendiyên derve ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku heta niha nêzîkî 300 hezar koçberên Mûsilê berê xwe dane Herêma kurdistanê û biryare 4 kamp ji wan re li Hewlêr û Dihokê bên çêkirin, herwiha daxwaz ji aliyên Iraqî û nêvdewletî ku bi erkê xwe rabin û alîkariya kurdistanê bikin.
Dr. Dêndar Zîbarî, Alîkarê berpirsê fermangeha Peywendiyên derve ya Herêma Kurdistanê, di kongireyeke rojnamevanî de ragihand: “Biryare 3 kamp ji bona koçberên parêzgeha Mûsilê li sînorê parêzgeha Dihokê bên çêkirin û kampek li sînorê parêzgeha Hewlêrê jî li Xazirê bê avakirin.”
Zêbarî got jî: “Li gorî wan amarên ku ketine destê me, niha nêzîkî 100 hezar koçber hatine Hewlêrê û li sînorê Dihokê nêzîkî 180 hezar koçber li rêne ji bo ku bên nav parêzgehê.”
Dr. Dîndar Zêbarî herwiha got: “Daxwaza me ji Iraqê ewe, ku hevkariya darayî û diravî pêşkêş bike û alîkariya me bike di vê piroseyê de, herwiha em daxwaz ji aliyên navdewletî dikin ku bi berpirisyaretiya xwe rabin ji ber ku ev yek bi tenê ji Herêma Kurdistanê nayê, lewra pêwîste aliyên Iraqî û nêvdewletî bi erkê xwe rabin.”
Alîkarê berpirsê fermangeha Peywendiyên derve ya Herêma Kurdistanê, Dr, Dîndar Zêbarî, ew yek jî diyar kir: “Hêzên Pêşmerge û ewlehiyê hemû di amadebaşiyê de ne ji bo parastina Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê.”
Ev gotinên Zêbarî li piştî civîna wî ligel aliyên navdewletî û herêmî de, ku derbarê hevkariya koçberên parêzgeha Mûsilê ku perê xwe dane Kurdistanê hatin, û di wê civînê de konsûlos û ajansên UN û rêxrawên din li Herêmê û alîkarê wezîrê Koç û koçberanên Iraqê amadebûn.




