26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfîn Dizeyî: Ti rêkeftin di navbera Nêçîrvan Barzanî û Malkî de nehatiye kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî red kir ku ti rêkeftineke nû di navbera hikûmeta Bexdayê û ya Herêma Kurdistanê de çêbûbe.

 

Îro çarşemê, Peyvdarê fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî red kir ku ti rêkeftinek di navbera Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Nûrî Malikî Serokwezîrê Iraqê, bi serperiştiya Emerîka, nehatiye kirin, ev daxuyaniya Dizeyî piştî wê yekê hat, ku hatibû ragigihandin qaşo herdû alî rêkeftine, Iraq rê bide Herêm Kurdistanê petrola xwe bifroşe, li himber de Hêzên Pêşmerge jî li Mûsilê şerê çekdarên DAIŞê bikin.

 

Çend dezgehên medyayî nûçeyek belav kirin ku dibêje “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî  Malikî bi serpiriştiya Amerîka rêkeftine li ser wê yekê ku dê Iraq rê bide Kurdistanê da ku petrola xwe bişîne bifiroşe û di himber de Hêzên Pêşermege şerê DAÎŞ li Mûsilê bikin.”

 

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî red kir ku ti rêkeftineke wiha çêbûbe û wiha got: “Ev nûçe destkirde û ji hemû rastiyekê dûre û ti bingeh jî jê re nîne.”

 

Sefîn Dizeyî tekez kir jî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge pabedndin bi pasaratin asayiş û aramiya herêm û welatiyên Herêma Kurdistanê û naveçeyên Kurdistanî yên derveyî êadareya Herêma Kurdistanê û “Bi hemû awayekî bergirî li wan navçeyan dikin û li ti cihekî rê nadin bibin armanc û bikivin bin metirsiyê de.”

Nûçeyên têkildar