Gul: Rûdanên dawîn bi tu awayî nayên qebûlkirin

Ajans-KDP.info- Serokomar Abdullah Gul der barê rûdanên li Mûsilê de wiha got: "Ev bi tu awayî nayên qebûlkirin, ez bawer im li herêmê dê destûrê nedin pêşveçûnên defakto."
Serokomar Abdullah Gul der barê rûdanên li Mûsila ku mezintirîn bajarê Iraqê ye de wiha got: "Ev bi tu awayî nayên qebûlkirin, ez bawer im li herêmê dê destûrê nedin pêşveçûnên defakto.
Gul bersiv da pirsa, "Li herêmê ji ber DÎŞIê nerehetiyeke mezin heye. Di nûçeyan de tê gotin ku piştî Mûsilê berê xwe dan Kerkûkê. Hûn herêmê ji aliyê Tirkiyeyê ve çawa dinirxînin?" û got ku ev rûdan wisa zêde ne surprîz in.
Gul wiha axivî: "Hûn ê bi bîr bînin, min salên çûyî gelek bal kişandibû li ser. Min gotibû, 'Dibe ku Efganistan bigehêje qeraxên Behra Spî'. Ji ber vê min hişyarî dabû hemû hevbendan. Divê hûn cihekî vala nehêlin. Heke ku hûn cihên vala bihêlin, waye tijî dikin. Tiştên bi vî awayî dibin. Ji vê qasê û şûnde têkildarî zehmetir dibe. Di axaftina xwe ya meclisê de jî min bal kişandibû li ser vê mijarê."
Helbet em Tirkiye ji nêz ve dişopînin, hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla siyasî ve. Hem wezaret û hem jî hêzên çekdar civînên kordînasyonê dikin.




