Mûsil: DAIŞ konsol û karmendên konsolxaneya Tirkiyê revandin

Mûsil-KDP.info- Konsol û karmendên konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Musilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.
Du çavkaniyan ji hikûmeta Tirkiyê îro ji ajansa Royterzê ragihandin ku, rêxistina DAÎşê îro piştî nîvro, êrîşî konsulxaneya wan li bajarê Mûsilê kirine û di encamê de, sê zarok 48 kes girtine.
Wan çavkaniya diyar kirin ku, ji wan 48an 15 kes karmendên konsulxaneyê ne û yên din jî endamên hêzên taybetin.
Herwiha dest nîşan kir ku, têkiliya wan bi kesên ku ew karmendên kunsulxaneyê revandine re heye, û rêxistina DAÎŞê ew birine bargehekî xwe, û heta niha rewşa wan başe.
Doh sêşemê, çekdarên DAÎŞ dest danîn li ser bajarên Mûsilê û niha beşek ji parêzgeha Selahedîn jî xistiye bin kontrola xwe de.




