26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Davutglo: Rewşa wan 28 şofêran baş e û em ji bo wan dixebitin

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê derbarê wan 28 şofêrên Kurd yên ku ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatibûn revandin, ragihand ku ew dixebitin ji bo rizgarkirina wan şofêran û tekez kir jî ku rewşa wan baş e.

Pêr bi şev 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin.

Ahmet Davutglo, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, der barê rewşa şofêrên Kurd ên li Mûsilê de got: "Em ji bo xilaskirina wan 28 şofêran dixebitin û em dixwazin di demeke kurt de bigihên malbatên xwe. Ji bo wan em di nav pêwendiyan de ne. Li gor agahiyan rewşa wan baş e."

Ew 28 şofêr Kurd ku ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatibûn revandin û ew xelkê navçeya Mêrdîn, Silopî, Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Nûçeyên têkildar