Parlamentoyê ji hêzên navnetewî xwest ku li hember zihniyeta desthilata navendî xwedan helwest bin

Hewlêr-KDP.info-Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji hemû aliyên peywendîdar, desthilat û saziyên navnetewî xwest ku li hember zihniyeta siyasî ya desthilata navendî, desttêwerdana nerewa, binpêkirina destûrê û rêkeftinnameyên navnetewî û navxweyî, helwestên erênî nîşan bidin û bi awayekî berpirsyar ji bo bicîh kirina aştiyê li Iraqê xwedan helwest bin.
Di bangewaziya Parlamentoya Kurdistanê de ku ji Parlamentoya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Welatên Erebî, Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropayê re hatiye şandin, wiha tê gotin: “Niha Iraq di warê sazî û dezgeh û şerê bi terorê re di pêvajoyeke gelekî metirsîdar de ye, her pirsgirêk aloztir û kûrtir dibin û Iraq ber bi welatekî têkçûyî ve diçe, em ji komeleyên navnetewî dixwazîn li hember zihniyeta siyasî ya desthilata navendî, desttêwerdana nerewa, binpêkirina destûrê û rêkeftinnameyên navnetewî û navxweyî, helwestên erênî nîşan bidin û bi awayekî berpirsyar ji bo bicîh kirina aştiyê li Iraqê xwedan helwest bin.”
Bangewazî wiha berdewam dike: “Wek ku eşkere ye herî dawî ji ber şerên li Rumadî, Felûce, Diyale û niha jî li Mûsil û navçeyên din, mafê mirovan tên binpêkirin û bûyerên gelekî metirsîdar diqewimin, bi awayekî ku aştî, aramî û ewlekariya herêmê dixe metiriyê, Iraqa ku hêviya pêkhateyên xwe bû niha ber bi herifînê ve diçe.”
Parlamentoya Kurdistanê ji hêzên navnetewî dixwaze ku bi rêyên dîplomatîk, berpirsyaretî û bi awayekî meydanî û pratîk piştgîriya xwe pêşkêşî gelên Iraqê bikin û ji bo derbaskirina qonaxa tirs û terorê hevkarê gelê Iraq û Herêma Kurdistanê bin. Herwiha ji rêxistinên navnetewî dixwaze ku bi hawara kesên lêqewimî ve biçin.
Di dawiya bangewaziya parlamentoyê de wiha tê gotin: “Em wek Parlamentoya Kurdistanê bi hûrî çavdêriya wê rewşê dikin ku li parêzgehên cîran ên Herêma Kurdistanê qewimiye, me lîjneyên kar û barên pêşmerge û yên peywendîdar agahdar kirine ku pirsgirêkên hevwelatiyên li navçeyên ku b[yer lê qewimîne bişopînin.”




