25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Karvedanên navdewletî derbarê bûyerên Mûsilê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Emerîka û Sekretêrê Giştiyê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon bûyerên parêzgeha Mûsilê û êrişên çekdarên DAIŞê li dijî wê deverê bi tundî şermezar kirin û Brîtanyayê jî welatiyên xwe xwest ku serdana sînorê parêzgeha Mûslê nekin.

 Wezareta Derve ya Emerîka, di daxuyaniyekê de êrişên çekdarên DAIŞê li dijî Mûsil û deverên din ên Iraqê şermezar kir û ragihand, Emerîka dê alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike ji bo nehîştina terorê.
 
Di daxuyaniyê de her wiha behsa alîkarî û hewandina penaberên Mûsilê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatiye kirin û di vî warî de pesnê Kurdistanê hatiye dayîn û hatiye gotin ku Emerîka dê ji bona tinekirina DAIŞê dê hevkariya Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike.

 Berdevka Wezareta Derve ya Emerîka, Jen Psakî jî li ser pêşveçûnên DAIŞê li Mûsilê ragihand : " Emerîka ji nêzîk ve rewşê dişopîne ".
 
Psakî her wiha behsa rêkeftina ewlehiyê ya navbera Bexda û Washingtonê kir û got, li gorî wê rêkeftinê Amerîka dê alîkariya serbazî bide Iraqê.
 
Wê rayedara emerîkî anî ziman ku DAIŞê ne tenê tehdîdek li dijî Iraqê ye lê ji hemû cîhanê re tehdîd e.

Herwiha ji aliyê xwe ve, Ban Kî Mon Sekretêrê Giştiyê Neteweyên Yekbûyî dilgiraniya xwe li hember bûyerên Mûsilê nişan da.

Sekretêrê Giştiyê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon erîşên DAIŞê bo ser Mûsilê bi tundî şermezar kir û sersaxî li malbatên kuştiyan kir û daxwaz kir ku hemû partî û aliyên Iraqê li hember êrîşên DAİŞê bibin yek û welatê xwe biparêzin.

Ban Kî Mon daxwaz kir ku hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevre ji bo bicihkirina ewlehiya welat bixebitin.

Ji aliyê xwe ve jî,  Wezareta Derve ya Brîtanyayê jî serdana welatiyên xwe bo sînorê parêzgeha Mûslê qedexe kir.

Doh temamê bajarê Mûsilê bi hemû baregehên hikûmî û di nava wan de avahiya parêzgehê û encûmena parêzgehê ketin jêr kontrola çekdarên DAIŞê û bi hezaran xelkên wî bajêrî berê xwe dan Herêma Kurdistanê.

Hoşmîn Iniz

Nûçeyên têkildar