Pêşmerge derbasî nav Xurmatû bûn û hêzên li deverê xwe radestî Pêşmerge kirin

Xurmatû-KDP.info-Li gor berpirsê asayişa Dozxurmatû, hêzên Pêşmerge derbasî nav bajarokê Xurmatû bûn û hemû hêzên sînorê Xurmatû bi çekên xwe jî, xwe radestî hêzên Pêşmerge dikin.
Raîd Farûq Ehmed, berpirsê asayişa Dozxurmato ji KDP.info re got: “Hêzên Pêşmerge ji bona parastina xelkê li hember êrişên çekdarên DAIŞê derbasî nav bajarokê Dûzxurmatû yê girêdayî parêzgeha Tikrîtê ya Iraqê bûne.”
Ehmed diyar kir: “Artêşa Iraqê nemaye, û ew hêzên ku li derdora Dûzxurmatû bûn, xwe radestî hêzên Pêşmerge kirin.”
Bajerokê Dûzxurmatû dikeve navbera Kerkûk û Xaneqînê.




