26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê liqa PDKê li Kerkûkê: Ew cihên ku artêş vala dike, Pêşmerge dikevênê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê liqa 3 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûkê dibêje, rewşa bajarê Kerkûkê gelekî arame, lê belê artêşa Iraqê gelekî vekişyaye û bi bê tu guşar li ser be cihên xwe vala kirine, û tekez kir ku ew cihên ku hêzên Iraqê vala kirine Pêşmerge dikevênê.

Mihemed Kemal, Berpirsê liqa 3 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûkê ji KDP.info re got: Niha rewşa nav bajêrê Kerkûkê gelekî arame, lê hêzên Artêşê li derdora Kerkûkê, lê artêş bi bê ku tu guşar ki ser be cihê xwe vala dikin, lê hêzên Pêşmerge dicing cihên wan digrin.

Kemal dibêje: Cografyaya Kerkûkê ji ya Mûsilê cudaye, û hemû pêkhatên Kerkûkê her başqene, lewra ez dikarim bêjim hemû pêkhat Kurd, Turkiman, Kildan, Aşorî û heta bi Erebên Kerkûkê jî berdewam dixwaz dikin ku hêzên Pêşmerge bên û bajêr control bikin, ji bo ku Kerkûk her aram û parastî be, û dûr be ji her êrîşekê nexwestî.

Nûçeyên têkildar