25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Temer Remezan: Metirsî liser Dihokê nîne.. 3 kamp dê bo awareyên Mûsilê bêne avakirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Parêzgarê Dihokê, ragihand ku dê sê kamp ji bona koçberên Mûsilê bên avakirin û tekez kir ku tu metirsî liser Dihokê nîne.

 

Îro sêşemê, Temir Remezan, parêzgarê Dihokê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Dê sê kamp ji bona koçberên Mûsilê bêne avakirin û dê bi zotirîn dem kempek li Baedrê bê danîn û tekez kir liser aramiyia rewşa parêzgeha Dihokê kir û got: Bila welatiyên parêzgeha pişt rast bin û tu metirsî li ser dihokê nine.”

 

Remezan ew yek jî diyar kir: “Niha em amadekariya dikin ku pêşwaziya hemû koçberên Mûsilê bikin, lewra me biryar daye ku eger pêdvî kir dê 3 kampbên vekirin da ku koçber nemînin li taxan û hikûmeta herêma kurdistanê dê baş alîkariya wan bike.”

 

Parêzgarê Dihokê Temir Remezan eşkere jî kir: “Deryê hemû mizgeft û dibistanên Dihokê ji bo koçberan vekiriye. Lê diyar jî kir ku gerek dezgehên ewlehiyê îcratên xwe werbigin da ku çi haletên nexwazyar lo Dihokê çênebin.”

Nûçeyên têkildar