Mûsil: 28 şofêrên Kurd ên Bakur hatin revandin
__2014_06_10_h18m57s0__BA.jpg)
Mûsil-KDP.info- Hat zanîn ku 28 şofêrên Kurd ên xelkê Bakurê Kurdisyanê li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hesîb Kaplan ji Rûdawê re ragihand ku wî nûçeya revandina wan şofêran gihandiye wezareta navxwe ya Tirkiyê.
Herwiha li gorî agahiyan, şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin.
Ew 28 şofêr xelkê navçeya Mêrdîn, Silopî, Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê ne.
Çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê 5/6/2014 derbasî nav bajarê Mûsilê bûn û niha piraniya navçeyên bajêr kontorl dikin.




