26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şêx Hemed daxwaza pilaneka nû ji bo rizgarbûna Sûrîya dike

Çavkanî: KDP.info

Şêx Hemed bin Casim Elsanî serokê wezîrên Qeter û wezîrê derveyê Qeter di bêjedanekê de bo kenala Alzajeer, daxwaz kir ku pêdivîye pilaneke nû ji bo rizgarbûna Sûrîya bihê dariştin.

Di evê derbarê de  Şêx Hemed, got gerek nêrderekî nû yê navdewletî bihê destnîşankirin û stratîjeka nû dabine û pêdivîye pilana Kofî Enan bihê destkarîkirin, ji ber ku ev pilana han ti xal jê nehatin cih bi cih kirin.

Herweha Şêx Hemed got, ew wek Ereb gerek nûnerekî wan taybet digel nûnerê navdewletî hebe ji ber rewş bi temamî hatîye guhartin.

Ji alîyekî din ve Şêx Hemed, şikestina pilana Enan xiste istoyê rejîma Sûrîya, ku xwe ji ji cihbicihnekirina vedizî û dirêjahî bi tund û dijwarîyê de, got, gerek erka nûnerê nû veguhaztina desthilatê li Sûrîya bi awayekî aştîyane be.
 

Nûçeyên têkildar