25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pisporekî Îsraîlî: Kurd nêzêkê serxwebûnê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Pisporeke Îsraîlî derbarê serxwebûna Kurdistanê de sê senaryo eşkere kirin û got Kurd nêzêkê serxwebûnê ne û niha Kurd ji hemû deman zêdetir nêzîkê bidestanîna xewna xwe ya mezin in.”

 

Pispora Îsraîlî Ofra Bengio di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlî, derbarê serxwebûna Kurdistanê de wiha dibêje: “Ji bo ragehandina serxwebûna Kurdistanê 3 senaryo hene; Yekem eger îdareya Emerîka bê guhertin. Deyem; Eger Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hundirê du salan de postê xwe bicîh bihêle, ji ber wê demê ew dixwaze wek bingehdanerê dewleta Kurdî bê naskirin. Sêyem; Eger bê û peywendiyên Kurdan ligel Iraqê xirabtir bibin.”

 

Ofra Bengio ku di dîroka Kurdan de jî pispor e, wiha diaxife: “Astenga serekî li pêşiya bidestxistina serxwebûnê faktora aborî ye, evna jî jiber ku niha di warê aborî de Hewlêrê pişta xwe bi Bexdayê girhedaye, eger ji niha û şunde Hewlêr bikaribe serbixwe petrolê bişîne derve, wê demê pêngava serxwebûnê asantir dibe.”

 

Derheqa egera çêbûna peywendiyeke eşkere di navbera Kurdistan û Îsraîlê de jî, Bengio nerînên xwe wiha tîne ziman: “Guhertinên vê dawiyê yên navçeyê wiha dikin ku peywendiyeke vekirî û bihêz a Kurd û Îsraîlê hebe, evna jî hemû astengên tirs û gumanê dide aliyekî.”

Nûçeyên têkildar