Aldar Xelîl, Em ji desteya bilinda Kurdî venekşîne
Hinek dezgehên Kurdî ragihandin, ku Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê ji Desteya Bilind a Kurd vekşîne, ji berku 5 endamên Encumana Niştîmanî ya Kurd bê hayadarî û razîbûna wan bi Wezîrê Derve yê Turkîya Ahmed Dawutoglu re kom bûne.
Di evê derbarê de li gorî VOA, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl ragihand, ku ew ji Desteya Bilind a Kurd nekişîne, lê ji tiştên ku çêbûne ne razî ne û vê gavê ligel 5 endamên desteyê di kombûnê de ne, da ku têbikin çima bê wan civîneke weha hatîye kirin.
Aldar Xelîl her wiha dibêje, piştî encama kombûnê evê agahîyên berfireh bidine bîra giştî.




