Usame Nucêfî alîkariya leşkerî û mirovî ji Serok Barzanî dixwaze
__2014_06_10_h13m33s21__BA.jpg)
Bexda-KDP.info-Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî, aşkere kir ku wî alîkariya leşkerî û mirovî ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwestiye û tekez kir ku divê hêzên pêşmerge di şerê li dijî DAÎŞê de alîkariya artêşa Iraqê bikin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî îro kongreyeke rojnamevaniyê derbarê rewşa dawî ya bajarê Mûsilê de ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser piraniya naçveyên wê, li dar xist û tê de ragihand ku “êrîşeke li derve li dijî Iraqê tê kirin”.
Serokê Parlamentoya Iraqê herwiha got ku wî ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwestiye ku alîkariya leşkerî û mirovî pêşkêşî parêzgeha Neynewayê bike.
Usame Nucêfî tekîd kir ku divê hêzên pêşmerge di şerê li dijî DAÎŞê de alîkariya artêşa Iraqê bikin.
Serokê Parlamentoya Iraqê bal kişand ku ew ligel rayedarên Amerîkayê jî axifiye ji bo ku di şerê li dijî DAÎŞê de piştgiriyê bidin artêşa Iraqê.
Usame Nucêfî tekîd kir ku wan ji hikûmeta Iraqê nexwestiye ku rewşa awarete rabigihîne.
Nucêfî, fermandarên artêşa Iraqê li Mûsilê bi wê yekê tometbar kirin ku ji bajar reviyane û got ku divê lêkolîn ligel wan bê kirin.
Nucêfî aşkere kir ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser çekên giran li Mûsilê, wek helîkopteran û daxwaz kir ku hêzeke leşkerî ji Bedayê biçe Mûsilê.




