Hêzên Pêşmerge Rebîhe ji destê DAIŞê rizgar kirin

Mûsil-KDP.info-Bajarokê Rebîhe yê girêdayî parêzgeha Neynewayê ket bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.
Haşim Sîteyî, fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge ji KDP.info re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin.
Bajarokê Rebîhe li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û deriyekî sînorî yê navdewletî li wir heye, li aliyê Başûrê Kurdistanê navê deriyê sînorî, Rebîhe ye û ew niha ket bin kontrola pêşmergên Kurdistanê de.
Sîteyî tekez kir: Çekdarên DAIŞê li dervera Rebîhe artêşa Iraqê şikenandin û xistin destê xwe, lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew dever xistin destên xwe û ji wan çekdaran rizgar bike û niha jî di bin kontrola Pêşmege de ye.




