Mûsil, 3 bombên çandkirî hatin teqandin

Jêderekî ji polîsên parêzgeha Mûsilê roja Yekşem ragihand, ku di encama teqîna 3 bombên çandkirî li başûrê bajêrê Mûsilê, çar kes bûne qurbanî.
Di evê derbarê de li gorî News Agencies, evî jêderî ragihand, ku 3 bombên çandkirî bi karwana polîsên geranê li devera Wadî Hecer başûrê Mûsilê, di encamê de du polîs û du hevwelatî hatin birîndar kirin, herweha zîyanên madî gihaye loqên otombîlên polîsan.
Herweha got, yekser hêzên ewledarîyê ev devera han dorpêç kirin, hemû birîndar jî ber bi nexweşxaneyê ve birin




