PYDê Sêmalka tenê bo vegerandina penaberan bo Rojava vekiriye

Hewlêr-KDP.info-Jêderkî agahdar ragihang ku PYDê xala Sêmalka ya ku dikeve navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, tenê li pêşiya penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê vekirye û nahêle tu kes bê nav Herêma Kurdistanê.
Jêderkî agahdar ji KDP.info re ragihand: " Deriyê Pêşabûrê yê ku dikeve navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de û yê ku hatibû girtin ji aliyê PYDê v , hat vekirin li ber penaberên Rojavayê Kurdistanê ku vegerin Rojava û ew partî rê nade tu kesî ku bê nava Herêma Kurdistanê.
Wî jêderî got jî: Xala sînor ji aliyê Herêma Kurdistanê vekirî bû û tu demê li pêşiya Kurdên Rojava nehatiye girtin, lê PYDê rê gitibû û nedhişt tu kes bê Herêma Kurdistanê.
Herwiha wî jêderî got: "Dergehê Sêmalka tenê hatiye vekirin ta penaberên Rojavayê Kurdistanê vegerin Rojava ".




