Wezareta Pêşmerge: Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne

Hewlêr-KDP.info-Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hêzên pêşmerge ji ber aloziyên Mûsilê di rewşa amadebaşiyê de ne, lê hîna hêza wan nehatiye livandin.
Rêvebrê gişî yê ragihandina wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmt ji KDP.info re ragihand: Hêzên Pêşmerge, yên ku li derdoa Mûsilê bûn li cihê xwe mane û tu cûlandin bi hêzên pêşmerge nehatiye kirin û ew hêz di rewşa amadebaşiyê de ne.
Helgurd Hikmt got jî: Ji bona livandina hêzên Pêşmerge pêwîstî bi fermanekê heye, û ew ferman divê ji aliyê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kudistanê bê derxistin, ji ber ku ew fermandeyê gitiye yê hêzên ckdarî, lewra bi tenê hêz bi fermana Serok Barzanî dikare bicole.
Herwiha Hikmt diyar jî kir: Hêzên Pêşmerge rênmayî ji wan re hatine ku li her cihekî pêwîstiya hemwelatiyan bi rizgarkirinê hebe, divê wana rizgar bike, wek rizgarkirina xwendevanên ku doh Pêşmerge ew rizgar kirin.
Piştî wê rewşê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyamek ragihand û tê de daxwaz ji xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir ku piştrast bin ku hêzên ewlekariyê û pêşmerge di amadebaşiya temam de ne ku wek her tim rewşa wan navçeyan biparêzin




