Du kompanîyên di biwarê petrolê de girêbestek digel herêma Kurdistanê muhr kirin

Hefteya çûyî wezareta samanên siroştîya hukûmeta herêma Kurdistanê, ku di evê hefteyê de dest bi karê şandina petrolê dike.
Wezîrê samanên siroştîya hukûmeta herêma Kurdistanê D. Aştî Hewramî ragihand, ku ji bo diristkirina bawerîyê digel hukûmeta Iraqê û çêkirina arîşeyên girêdayî bi petrolê û gasê ve, hukûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku ji nû ve petrolê ji herêma Kurdistanê ve hinarde bike.
Herweha wezareta samanên siroştîya hukûmeta herêma Kurdistanê, amaje bi evê çendê jî dide ku digel hebûna nerazayîyeka seretayî ji alîyên kompanîyên cîhanê yên petrolê bo veberanîna petrolê li Kurdistanê, lê belê kompanî hatin razî kirin bo ji nû ve dest bi şandina 100 hezar bermîlên petrolê di yek rojê de, heger paran jî bidine wan ew dikarin 200 hezar bermîlên petrolê di yek roje dike zêde bikin.
Ji alîyekî din ve, hefteya çûyî kompanîya Gasprom ku mezintirîn kompanîyên petrolê ya Russîya ye girêbestek digel hukûmeta herêma Kurdistanê muhr kir.
Her di evê derbarê de kompanîya duyem mezinê cîhanê di biwarê petrolê de Marathon, girêbesteka geran li dûv petrolê digel herêmê muhr kir û li gorî rêkeftinê 35% pişka kompanîya Marathon Oil ya Amerîkayî di herdu biloka Herîr û Sefîn bo kompanîya TOTAL dibe.




