Musil bi temamî kete destê DAIŞ û artêşa Iraqê ji bajêr vekşiya

Mûsil-KDP.info-Piştî ku şeva borî karîn aliyê rastê ya bajêr kontrol bikin, çekdarên DAIŞê karîn bi temamî bajarê Musilê (navenda parêzgeha Nînewa) bixin destê xwe, û artêşa Iraqê ji bajar derketin.
Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Deomkran a Kurdistanê, Seîd Memozînî ji KDP.info re ragihand: “Temamê bajarê Musilê bi hemû baregehên hikûmî û di nava wan de avahiya parêzgehê û encûmena parêzgehê ketiye jêr kontrola DAIŞê.”
Amaje bi wê yekê jî kir ku çekdarên dewleta îslamî li Iraq û Şam (DAIŞ) karîne dest deynin ser aliyê rastê yê bajêr û got: “Piştre jî karîne tevahiya bajêr kontrol bikin, eger hêzekî emnî li nava bajêr de mabê tu rolekî xwe nemaye.”
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî got, avahiya parêzgeha Mûsilê îşev ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat zeftkirin.
Seîd Memozînî diyar kir ku hemû partiyên Kurdistanî tevî liqa PDK û malbenda YNK jî hatine vala kirinê û xelkê bajêr jî ji tirsa DAIŞ dest bi reva komî kirine û berê xwe didin bajarê Dihokê û bajar û bajarokên dewrûberê.
Berpirsê ragihandina liqa 14 got jî: “Arêşa Iraqê şikestineke mezin xwar û ji parêszgeha Mûsilê vekişyane û qurbaniyeke mezin danîne, û di nava qurbaniyan de 4 Kurd jî hene. Lê belê hêzên pêşmerge li wan deverên xwe mane û venekişane.”
Herwiha Memozînî ragihand jî: “Pêwîste hêzek din havkariya artêşa Iraqê bike li dijî DAIŞê, da ku bikaribe careke din Mûsil control bike, ji ber ku artêş bi tenê nikare bajêr ji destê wan derxîne.”
Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dîplomatkarên welatên biyanî yên ku konsulxane û nûneratiyên wan li bajarê Mûsilê hene, rizgar kirin.
Şeva borî hêzên pêşmerge karîn dîpolmatkarên biyanî ji nav şerê di navbera DAÎŞ û hêzên ewlekariya Iraqê de rizgar kirin, ji wan konsulo Tirkiyê li Mûsilê.
Niha piraniya navçeyên Mûsilê di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne, ji wan avahiya parêzgeha Mûsilê û balafirgeha Mûsilê.




