Nêçîrvan Barzanî cejna Çêleya havînê ya Êzdîyan pîroz kir

Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê brûskeka pîrozbahîyê arasteya xweşik û birayên Êzdî, bi boneya hatina cejna çêleya havînê ya Êzdîyan kir.
Eve jî tekesta vê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan.....
Bi helkefta hatina cejna havînê ya xweşk û birayên Êzdî, ji dil ve ez pîrozbahîya hemû xweşik û birayên me yên Êzdî çi li Kurdistanê çi li Iraqê çi li her cihekî li cîhanê dikim, ez cejneka xweş û aram ji wan re dixwezim, hêvîdarim her sal di cejin û xweşî û şahîda bin, ev cejna han jî bi xêr û xweşî û serfirazî bi ser Kurdistanê û hemû xweşik û birayên me yên Êzdî vegere.
Her serkeftin û her di cejin û xweşîyan de bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê
2/Tebaxê/2012




