26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Xelkê navçeyên Kurdistanî piştrast dikin ku pêşmerge di amadebaşiyê de ne ku wek her tim wan biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Piştî wê rewşa ku bi ser bajarê Mûsilê de hat, ji ber ku artêşa Iraqê û hêzên ewlekariyê nikarîbûn bajarê Mûsilê biparêzin, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek ragihand û tê de daxwaz ji xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir ku piştrast bin ku hêzên ewlekariyê û pêşmerge di amadebaşiya temam de ne ku wek her tim rewşa wan navçeyan biparêzin, ev tekesta wê ye:

Mixabin ji ber şikestina artêş û hêzên ewlekariyê Iraqê di parastina xelk û bajarê Mûsilê de, çekdarên grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser Mûsilê, vê yekê jî metirsiyeke mezin çêkiriye. Xelkê Mûsilê ji ber tirsa kuştin, borduman, nemana xwarin û xizmetguzariyan, ji bajarê xwe direvin.

Me di her du rojên borî de hewleke mezin da ku em hemahengiyê ji bo parastina bajarê Mûsilê çêbikin, lê mixabin helwesta Bexdayê bi awayekî nebû ku em bikarbin vê hemahengiyê çêbikin.

Ji bo bi hawarçûn û alîkarîkirina xelkê aware yê bajarê Mûsilê bi hemû neteweyên xwe ve çi Kurd, Ereb, Tirkman yan jî Kildan û Aşûrî be, ez daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê dikim ku her çiqas ji wan tê di çarçoveya yasa û ewlekariyê de, alîkariya xelkê aware yê Mûsilê bikin. Herwiha daxwaz ji Komîsyonas Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dikin ku bi hawara awareyên Mûsilê ve werin.

Di heman demê de, em xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên ewlekariyê û pêşmerge di amadebaşiya temam de ne ku wek her tim rewşa wan navçeyan biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

10-6-2014

 

Nûçeyên têkildar