25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Zêrevaniyê 110 xwendevanên Kurd li Mûsilê rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Piştî ku doh hêzên Zêrevaniya Kurdistanê karîn 50 xwendevanên keyên Kurd ji nava Mûsilê rizgar bikin, îro jî karîn 110 xwendevanên din jî wan şer û pevçûnan rizgar bikin.

 

Seîd Memozînî, berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Ev çend rojin şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê û çekdarên DAÎŞê berdewame û heta niha 5 tax ketine destê wan terorîstan û hîna hêzên ewlekariyê nikarîne wan taxan azad bikin.”

 

Memozînî got jî: “Heta niha 80 hemwelatî sivîl û nêzîkî 40 serbaz û polis û 130 terorîst hatine kuştin û nêzîkî 20 hezar malbat jî koç kirine.”

 

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê diyar jî kir: “Hijmarek gelek mezin ji xwendevanên Kurd ku li zanîngeha Mûsilê dixwînin, ev çend roj bûn di nava şer de mabûn, lê doh hêzek ji Zêrevaniyê çûn nav bajar û 50 xwendevan rizgar kirin ku hemû keç bûn, û îro jî 110 xwendevanên din rizgar kirin ku piraniya wan xelkê qeza Şingalê bûn.”

 

Nûçeyên têkildar