26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Îbrahîmî: Krîza Sûriyê dê bibe metirsiyeke gelek mezin li ser paşeroja Rojhilata Navîn

Çavkanî: KDP.info

Berlîn-Royterz-KDP.info- Şandeyê aşitiyê yê berê li Sûriyê, Exzer Îbrahîmî ragihand ku çaresernekirina krîza ku ev 4 salin li Sûriyê qewimiye “Metirsiyeke herî mezine li ser paşeroja Rojhilata Navîn”.

 

Exzer Îbrahîmî, ku berî niha bi erkê navbênkar di navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê de li danûstandinên Cenêvê de radibû û berî hefteyekê dest ji vî karî vekişand, di hevpeyvînekê de ligel govara Der Spiegel ya Elmanî de hişiyarî ji çaresernekirina krîza Sûriyê da.

 

Îbrahîmî da zanîn ku welatek ku ev 4 salin di nav şerê navxweyî de ye, delwetek sernekeftî ye û dê bibe wek Somalê ya ku çarenivîsa wê di destê girûpên çekdar de ye.

 

Herwiha navhatî diyar kir ku dê ew kirîz bitenê di nava Sûriyê de nemîne û dê bibe metirsiyeke gelek mezin li ser paşeroja Rojhilata Navîn.

 

Îbrahîmî ragihand jî ku gelek welatan krîza Sûriyê şaş xwendin, ji ber ku pêşbînî kirin ku dê rejîma Esed wek rejîmên Lîbiy, Tûnis, Yemen û Misrê hilweşe.

 

Şandeyê aşitiyê yê berê li Sûriyê got jî ku rewşa Sûriyê wek rewşa Efxanistanê ye berî bûyerên 11ê Îlûna sala 2011an, dema ku di bin destê Tevgera Talîban de bû û wiha berdewam kir: “Ti berjewendiya Encûmena Asayişê ya ser bi NY di Efxanistanên denebû, ew delwetek hejar û dûr bû. Min carek ji wan re got dê rewş bi rûyê me de bitqe. Li rewşa niha ya Sûriyê gelek xirabtire.”

Nûçeyên têkildar