Malbatan dest bi gireva birçîbûnê kirin

Amed-KDP.info-Malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKKê ve “hatine revandin” û ji ber vê yekê li ber avahiya Şaredariya Amedê çalakiyê dikin, dest bi gireva birçîbûnê kir.
Malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistinê ve hatin revandin û li ser rêya ber deriyê Şaredariya Mezin a Amedê çalakiya xwe didomandin duh navber dabûn çalakiyê. Piştî vê navberê ekîba zabitayan bi sedema ku dê di refujê de xebat dê bên kirin, kon hatin rakirin.
Malbatên ku du ji ber bûyerên Licê navber dabûn çalakiyê, îro dema ku hatin refujê, dêhna xwe danê ku konên wan hatine rakirin.




