Du teqînan bajarokê Xurmatû hejandin û hijmarek mezin qurbanî hene
__2014_06_09_h13m25s52__BA.jpg)
Xurmatû-KDP.info-Îro duşemê, danê sibehê 2 teqînan bajarokê Xurmatû hejandin û di encam de hijmarek mezin şehîd û birîndar bûn.
Rêveberê Asayişa Doz Xurmatû, Raîd Farûq Ehemed, ji KDP.info re ragihand: “Her du teqîn li pêş melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çêbûn û û di encam de hijmarek mezin şehîd û birîndar bûn.”
Raîd Farûq Ehemed, diyar kir ku teqîn bi riya otombîlên bombekirî hatibûn encamdan, ku yek ji wan otombîleke biçûk bû û ya din jî bargilgir bû.
Rêveberê Asayişa Doz Xurmatû, da zanîn ku cîgirê berpirsê malbenda YNK jî birîndar bûye.
Ji roja îna borî ve rêxistina terorîstî ya dewleta îslamî li Iraq û Şam (DAIŞ) dest bi êrişkirina ser bajarê Musilê kir û karî çend taxekî wî bajarî control bike û doh jî du otombêlên bombekireî li Celewlayê teqiyan û di encam de hijmarek mezin şehîd û birîndar ketine.




