Felah Mistefa: firotina nefta Kurdistanê gaveke e ji bona bidestanîna serxwebûnê û diyarkirina qedera gelê kurd

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, Emerîka di mijara firotina nefta Kurdistanê de “ji serxwebûn”a Herêma Kurdistanê ditirse ji ber wê jî piştgiriya vê yekê nake.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, ji Rûdawê re raihand ku hinek caran di medyaya cîhanê de mîna “wezîrê derve” yê Kurdistanê jî tê binavkirin, li ser helwesta Emerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got, Emerîka li gorî berjewendiyên xwe li vê meselê dinêre û dixwaze li herêmê aramî hebe lê em êdî naxwazin Emerîka me bike qurbana berjewendiyên xwe.
Mistefa anî ziman ku Emerîka li hember arîşeyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bêalîbûn hilbijartiye û got, tişta ku ji bona Emerîka girîng e Iraq e ji ber ku Emerîka ti ferqekî naxe navbera Besra û Herêma Kurdistanê û her duyan mîna hev dibîne.
“Wezîrê Derve” yê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku firotina nefta Kurdistanê gaveke e ji bona bidestanîna serxwebûnê û diyarkirina qedera gelê kurd bi destê xwe û wiha axivî: “Amerîka ji vê yekê ditirse.”
Felah Mistefa, li ser helwesta Îranê li hember firotina nefta Kurdistanê jî diyar kir, heta niha Îranê tiştek li ser vê yekê negotiye lê Herêma Kurdistanê amade ye asta pêwendiyên xwe bi Îranê re bigihîne asta pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re.




