25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sîstema federasyonê dê pirsa Kurd li Tirkiyê çareser bike

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info- Li paytexta Tirkiyê Enqereyê,Di panelekê de sîstema federasyonê hat nîqaşkirin ku ji aliyê Saziya Ramanên Alternatîf ve hat organîzekirin, Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê tekez kir ku ew çareseriyeke wiha dixwazin ku tê de çek nebe û tê de wekhevî  hebe.

 

Di panelê de Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay, got ku êdî hatiye famkirin çareserkirina pirsa Kurd bi çekan çareser nabe û wiha axifî: “Em bi salan e ku fikr û ramana federasyonê diparêzin. Em çareseriyeke wiha dixwazin ku tê de çek nebe û tê de wekhevî  hebe. Em ji bo vê yekê 40 sal e hewl didin. Ya baş ew e û hat famkirin ku ev pirs bi çekan nayê çareserkirin.”  

 

Burkay bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir ku bi saya serê pêvayoyê şer û pevçûn çênabin û wiha pêde çû: “Baweriya me ew e ku li Tirkiyê pirsgirêk dê bi saya sîstema federasyonê çareser bibin. Em ji bo hatina aştiyê federasyonê pêwîst dibînîn û vê yekê diparêzin. Li Tirkiyê eger sîstema federasyonê bi cih bibe, wê demê pirsgirêk dê çareser bibin. Li ba me heq û hiqûqa her kesî pîroz e.”

 

Parlementerê Diyarbekirê yê HDP’ê Altan Tan jî got: “Li Tirkiyê sîstema federasyonê divê tenê li gor cografyayê çêbibe.” Tan got ku li Tirkiyê nijad, dîn û mezhebên mirovan cur be cur in, ji ber vê yekê jî divê rêveberiyên herêmî bên avakirin ku her kes bikaribe bi zimanê dayîka xwe biaxife û perwerde bibe.

Nûçeyên têkildar