25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmet û xelkên Kurdistanê berdewamin li ser hevkarîkirina penaberên Rojava

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dr. Elî Sindî, wezîrê plandananê ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li nûnerê (UNHCR) li Iraqê kir û cext li helwesta hikûmetê û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku bi berdewam alîkariya penaberan dikin.

 

Îro 8/6/2014 wezîrê plandananê ya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî pêşwazî li nûnerê komisyona bilind a neteweyên yekbuyî bo karûbarên penaberên (UNHCR) li Êraqê Şoko Şîmozawa û şanda pêre kir.

 

Di civînê de behsa rewşa penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê ku niha zêdetir li 220 hezar penaberên Sûrî li her sê parêzgehên Herêmê de bicî bûne kirin, her weha behsa pêdiviyên wan bo baştirkirina xizmetên wan jî kirin.

 

Şîmozawa helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê sebaret bi hawarçûna ew hejmara zêde ya penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan ên serekî bilind nirxand.

 

Ji aliyê xwe ve jî Dr. Elî Sindî cext li helwesta hikûmetê û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku bi berdewam alîkariya penaberan dikin.

 

Dr. Elî Sindî, Wezîrê plandananê ya hikûmeta Herêmê daxwaz jî kir ku civaka navdewletî rola xwe ya zêdetir bo hevkarî û baştirkirina rewşa penaberan de hebê kir.

Nûçeyên têkildar