Du teqînan Celewla hejmandin û hijmarek mezin qurbanî ketine

Hewlêr-KDP.info-Îro danê sibehê du otombêlên bombekireî li Celewlayê teqiyan û di encam de hijmarek mezin şehîd û birîndar ketine.
Berpirsê Navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Celewlayê Kameran Mihemed ji KDP.info re ragihan: “Îro danê sibehê 8/6/2014 di demjimêr 8:10 otombêleke bombekirî di nava baregeha komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de tekiya û di encam de hijmarek mezin şehîd û birîndar ketine, ji wan 2 pasewanên navenda me jî hene.”
Kameran Mihemed herwiha ragihand: “Piştî teqînê welatiyan û hêzên ewlekariyê hewl dane bi hawara birîndaran û şehîdan ve biçin, lê belê di wê kêlîkê de otombêlekî din a bombekirî ku terorîstekî xwekuj têde bûye xwe li nava wan de teqandiye û jiber wê jî 50 kes şehîd û birîndar bûn.”
Berpirsê Navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Celewlayê, got: “Di encama wê teqînê de 12 kes jiyana xwe ji dest dan û rêdetirî 40 kesî jî birîndar bûn, û ahvahiya baregeha komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û baregeha PDKê jî herifîn.”




