Bazirganiya navbera Kurdistan û Misrê 100 milyon dolar e

Hewlêr-KDP.info-Balyozê Gişti yê Misrê li Herêma Kurdistanê ragehand ku asta bazirganî ya di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê di navbera 70 heta 100 milyon dolar de ye û eger heye bigehîje du beramber jî.
Slêman Osman konsulê giştiyê Misirê yê herêma Kurdistanê di peyvekê de got: “Qebareya bizava bazirganiyê navbera Misir û Kurdistanê gihiştiye 70-100 milyon dolaran ev hijmar ber bi zêdebûnê ve diçe. Eger ew piroje û rêkeftinên her du aliyan pilankiriye bên cîbicî kirin dê îsal qebaereya bazirganiyê navbera Hewlêr û Qahîreyê bibe du qat.”
Osman got jî ku, ji encamê wan rêkeftinên navbera zanîngehên Kurdistan û Misirê de hatine îmza kirin, niha zêdetir ji hezar xwendekarên kurd li zanîngehên Misirê dixwîn in.
Osman behsa rewşa ewlekariya Kurdistanê jî kir û axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa aram û ewlekariya Kurdistanê bûye sedem ku şîrketên firokevanî ên Misrê di hundirê hefteyê de çar geştên esmanî ji Hewlêrê bo Qahirê bikin, herwiha welatê me jî hewl dide astengiyên li hember Kurdan a ger û geştê bo Misrê nehêle.”




