26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Osman Ocalan: Serkirdeyên li Qendîlê li dijî aştiyê ne û PKK ya Qendîlê di bin bandora Êranê de ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Osman Ocalan, serkirdeyê berê yê PKKê û birayê Ebdullah Ocalan Srokê PKKê, tekez kir ku serkirdeyên li Qendîlê li dijî aştiyê ne û PKK ya Qendîlê ku Cemîl Bayik serpereştiya wê dike di bin bandora Êranê de ye.

 

Di hevdîtineke de ligel BasNewsê, Osman Ocalan got: ‘’Di dema xwe de wextê şer di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de xurt bû dîsan her tim min piştgiriya aştiyê dikir, lê di nav serkirdeyên PKK’ê de kêm kesan piştgiriya aşitiyê dikirin.’‘

 

Navbirî wiha dirêjî bi axaxtina xwe da: ‘’Niha du PKK hena, yek ji wan a Îmralî û PKK ya din jî ya Qendîlê ye, PKK ya Qendîlê ku Cemîl Bayik serpereştiya wê dike di bin bandora Êranê de ye.’‘

 

Osman Ocalan diyar kir ku divabû proseya aştiyê di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ber bi pêş ve biçûya û îdîa kir ku tenê Ebdullah Ocalan hewldana aştiyê dike lê serkirdeyên li Qendîlê dijî aştiyê ne.

 

Nûçeyên têkildar