25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dilşad Şehab: Petrola Kurdistanê bifermî hatiye firotin

Çavkanî: KDP.info

 

 

 

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê serokê komîteya çavkaniyên xwezayî li Parlamentoya Kurdistanê, Dilşad Şeaban red kir ku keştiya ku petrola Herêma Kurdistanê helgirtiye riya xwe winda kiribe û diyar kir ku petrola Herêma Kurdistanê bifermî hatiye firotin.

 

Di daxuyaniyekê de bo KDP.info, Dilşad Şeaban ragihand ku “Keştiya ku  petrola Herêma Kurdistanê barkiriye, United Leadership, riya xwe winda nekiriye û gihiştiye cihê pêwîste, lewma wan gotegotên ku di vî waîr de belav bûne em red dikin, ji ber ku petrol bi fermî hatiye firotin û tiştê din di navbera kompaniyan de maye ka li kû de barê xwe didanin, ev yek jî ti arîşeyekê bo Herêma Kurdistanê çênake, ji ber ku petrol bo kompaniyan hatiye firotin.”

 

Şeaban da zanîn jî ku “Roja 08.06.2014, li ser pêşniyaza Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, em dê ligel encûmena wezîran bicivin da ku hemahengî di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û komîteya çavkaniyên xwezayî de çêbibe û pêwsîte parlamento li ser hemû hûrgiliyên proseya petrolê ji şandina wê heta firotina wê agehdar be.”

 

Cîgirê serokê komîteya çavkaniyên xwezayî li Parlamentoya Kurdistanê aşkere kir jî ku “Herêma Kurdistanê bi riya Tikriyê re petrola xwe difroşe welatên Ewropa, ew jî bi riya şirketa Butaş ya Tirkî, piştire ew kompanya girêbestên firotina petrolê ligel kompaniyayên din îmze dike û wê demê petrol tê şandin.”

 

Navhatî diyar kir jî ku gelek welatan daxwaz ji Herêma Kurdistanê dikin ku petrola wê bikirin “Piraniya wan jî welatên Ewropa ne ji ber ku pêdiviya wan bi petrolê heye.”

Nûçeyên têkildar