Asayişa Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ye

Dihok-KDP.info- Çekdarên DAÎŞê çend taxên bajarê Mûsilê kontrol kirine û hejmarek mezin a xelkê ji bajêr direvin, rêveberê asayişa Dihokê jî dibêje ku hêzên asayişa Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ne ji bo rûbirûbûna her rewşekê.
Rêveberê asayişa parêzgeha Duhokê Bijar Kuremarkî ji Rûdawê re ragihand “Sînorên me ligel parêzgeha Neynewayê yekin, bi tekîd têkçûna aramiya wê parêzgehê dê bandora wê li ser me jî hebe”.
Bijar Kuremarkî herwiha got “Heta niha ti liv û tevgerek li sînorê parêzgeha Duhokê tine ye ku metirsiya wê li ser asayişa me hebe, lê emê tedbîrên xwe bistînin û ji hemû aliyekî de em di amadebaşiyê de ne”.




