25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Atalay: Em dixwazin hemû kesên li çiyê vegerin û siyasetê bikin

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info-Beşîr Atalay, cîgirê Serowezîrê Tirkiyê, ragihand ku ew dixwazin êdî hemû kesên li çiya dimînin jî vegerin malên xwe û li bajaran siyasetê bikin.

 

 

Beşîr Atalay ji wan re axifî ku pêwîste her kes xwe bi pêvajoyê ve girêde û alîkariyê bike, ji ber serkeftina pêvajoyê tê wê wateyê ku êdî şer nemîne û kes jî dernekeve çiya û yên li wir jî vegerin.

 

Atalay got: “Em wek hikûmet ev demeke dixebitin ku zarokên we vegerînin, lê xebatên me ne tenê ji bo vegerandina wan zarokane, lê em dixwazin hemû kesên li wir dimînin jî vegerin malên xwe û li bajaran siyasetê bikin û dev ji çekan berdin”.

 

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ji medyayê re ragihand ku “pêvajoya aştiyê ku ev nîzîkî sal û nîvekê ye bê şer dimeşe, wê rê vekir ku malbatên wiha bikaribin çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin û dengên xwe bighînin her derê, ev bi xwe berhemeke ji berhemên pêvajoya aştiyêû pêwîste êdî ev pêvajo li ser jêrzemînekî qanûnî bimeşe ku rê li pêş derketina çiyan bigre”.

 

Nûçeyên têkildar