keçeke Kurd li Qamişlo hat kuştin
__2014_06_07_h12m12s58__BA.jpg)
Qamişlo-KDP.info-keçeke 14 salî ya Kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi guleyên alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed hat kûştin.
Piştî ku encamên hilbijartinên serokatiya Sûriyê di berjewendiya Esed de hatin ragihandin, alîgirên rejîma Esed daketin cade û kolanên Qamişlo û bi awayekî zêde gulle berdan.
Hat zanîn ku di encama wê gullebarana heremekî de, keçeke Kurd a 14 salî bi navê Aya Mihemed Elî birîndar bû û roja pêncşemê li nexweşxaneyeke Qamişlo jiyana xwe ji dest da.
Aya Mihemed, keçeke behremend bû û di nav komeke filiklorî de li bajarê Qamişlo stran digotin.




