Balefirên rejîmê taxeke Kurdan li Helebê bombebaran kir

Heleb-KDP.info-Balefirên rejîma Baasê taxeke kuran ya bi navê Şêxmeqsûd bombebaran kirin û gelek mal bi ser xwediyê wan de ketin.
Îro şemiya 7/6/2014 Balefirên rejîma Baasê taxa Şêxmeqsûd bombebaran kirin di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn, her wiha malên welatiyan jî hilweşiyan.
Hat zanîn ku vê sibehê saet 09.00 de balefirên rejîmê bi bermîlên teqemenî derdora dibistana Yasîn ya taxa Şêxmeqsûd Xerbî bombebaran kir û di encam de herî kêm du welatiyên sivîl birîndar bûn û gelek malên welatiyan jî bi ser wan de ketin.
Taxa Şêxmeqsûd li Helebê ye û cihnişînên wê hemû Kurdin.




