Mistefa: Eger em îro nikaribin serbixwe û azad bin êdî em qet nikarin wisa bin

Hewlêr-KDP.info-Felah Mistefa, berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê got: “Eger em îro nikaribin serbixwe û azad bin êdî em qet nikarin wisa bin.”
Li gorî ajansa Cîhanê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê axivî û got, Amerîka li gorî berjewendiyên xwe biryar dide û dixwaze li deverê aramî hebe lê em naxwazin ev aramî li ser hesabê wê be ku zirarê li kurdan bide.
Felah Mistefa, wiha axivî: “Me gellek dît û gellek kişand. Ji ber wê jî dema wê hatiye ku gelê kurd bikaribe bi aramî û kêfxweşî bijî.”
Wî rayedarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman ku eger Amerîka li hember meseleya hinartina nefta Kurdistanê bêalî be wê demê ew dê bêdeng bimînin û wiha daxuyand: “Ev 6 meh in Bexdayê mûçeyên Kurdistanê birriye, çima Amerîka dengê xwe dernaxe û nabêje Bexda tu çima wisa dikî?”.
Felah Mistefa destnîşan kir ku firotina petrola Herêma Kurdistanê sûrprîz nebû û wiha axivî: “Me ji hemû aliyekî re gotibû eger wisa nekin emê wiha bikin. Eger em îro nekarin serbixwe û azad bin êdî em qet nikarin wisa bin. Lewma divê em wêrek bin û baweriya me bi xwe û bi gelê me jî hebe. Civaka navdewletî jî vê yekê qebûl dike.”
Amerîka li hember firton û hinartina nefta Kurdistanê gotibû, ji ber ku ew neft bêyî rizamendiya Bexdayê tê firotin em qebûl nakin.




