25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Riwanduzî: Komîteya danûstandinan li ser yekrêziya Kurdî lihev kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-komîteya danûstandinan a ji nûnerên aliyên siyasî yên Kurdistanê ku di hilbijartinan de bi serketine hatî avakirin yekem civîna xwe lidarxist û Firyad Riwanduzî piştî bidawîhatina civînê di konfranseke rojnamevanî de ragihand ku Komîteya danûstandinan li ser yekrêziya Kurdî lihev kir

 

Îro pêncşemê, li bajarê Hewlêrê, li Dîwana Serokyetiya Herêma Kurdastanê Endamê komîtê Firyad Riwanduzî da xuya kirin ku ev yekem civîne ku li ser bingeha rêkeftina di navbera aliyên siyasî de yên di hilbijartinên 30 Nîsanê de bi serketine û kursî li bexdadê bi dest xistina hate lidarxistin, her wiha Riwanduzî diyar kir ku dê roja pêncşema bê bi mebesta diyarkirina mekenîzmeyên xebata komîtê dîsa komîte li hev bicive.

 

Riwanduzî da xuya kirin ku di civînê de tekezî li ser yekrêziya refên Kurdî, bi siyasetek û stratejiyeke yekgirî berê xwe bidin Bexdadê û weku tîmekê ligel aliyên siyasî yên di hilbijartinan de bi serketine danûstandinê bikin,  hatiye kirin .

 

Her wiha da xuya kirin ku di hevdîtinê de ji aliyê komîtê ve derbarê çi kesî be yan aliyekî be li Êraqê tu hêlên sor ne hatin danînin, lê ji aliyan hate xwestin ku di civêna pêş de pêşnyariyên xwe ligel xwe bînin ta kaxezeke danûstandinê ya Kurdî bête amadekirin û ev kaxez li ber destê serkirdeyetiya siyasî ya Kurdistanî de be.

 

Wekî din Riwanduzî got ku ji bo serdana Bexdadê tu dem nehatin diyar kirin, her wiha di civînê de pirsa ji nûve hilbijartinan Malikî weku serokwezîr nehate gotebêj kirin, û got; “Nirînên di nav komîtê de ji hev cudane kengê em gihîşti nirîneke hevbeş dê em`ê  pêşkêşî serkirdeyatiya siyasî ya Kurdistanê bikin.”

 

Riwanduzî her wiha da xuya kirin ku mada 140 weku xalekî sereke nehate diyar kirin, lê dîsa ew dimîne yek ji xalên sereke yên komîtê di dema pêvajoya danûstandinan de ligel aliyên siyasî yên Iraqê.

 

Derbarê postan de Riwanduzî tekez kir ku pirs postan jî di hevdîtinê de ne hate gotebêj kirin,lê bi dest pêkirina pêvajoya danûstandinê dê Kurd daxwaza mafên xwe yên li Bexdadê bikin û di serî de posata serokkomariyê ku yek ji mafên Gelê me ye.

 

 

Nûçeyên têkildar