Fuad Husên: Kurd careke din Serokomariya Iraqê dikin

Hewlêr-KDP.info-Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistana da zanîn ku hemû aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin ku Kurd careke din serokkomariya Iraqê bikin û hemû jî di vê mijarê de hemhizrin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên derbarê postê serokkomarê Iraqê de bersiva rojnamegeran da û got ku hemû aliyên siyasî yên İraqê dixwazin Kurd careke din serokkomariya Iraqê bikin.
Ji bo danûstandina bi aliyên siyasî yên Iraqê re li Herêma Kurdistanê ji hemû pêkhateyên siyasî lijneyeke hat pêkanîn û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pesend kir. Armanca pêkanîna lijneyê ew e ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi aliyên siyasî yên Iraqî re gotûbêjan bike.
Derbarê lijneyê de jî Fuad Husên wiha axifî: “Lijne dê li Hewlêrê bicive û di nav xwe de li ser mijara damezrandina hikûmeta nû ya Bexdayê û şert û mercên avakirinê nîqaşan bike. Piştre dê derbasî Bexdayê bibe û ligel partiyên siyasî yên ku li wê derê ne hevdîtinan bike.”
Huseyîn da zanîn ku ji bo damezrandina hikûmeta nû divê nîqaş bên kirin û wiha pêde çû: “Aliyên Iraqî ji bo ku postê Serokkomariya Iraqê bidin Kurdan wek hev difikirin. Ev fikir di navbera hemû partiyên siyasî de safî bûye.”
Li ser pirsa ku eger cara sêyemîn Malikî wek serokwezîrê Iraqê were hilbijartin dê Kurd dê helwêsta Kurdan çibe? Husên wiha bersiv da: “Ev mijar hê yekalî nebûye. Em ê bên ba hev û di navbera xwe de li ser vê meselê biaxifin Li gor axaftin û nîqaşên xwe em ê jî biryarekê bidin.”




