Nêçîrvan Barzanî biryar da ku hemû berhemên Beşikçî bo zimanê Kurdî bên wergerandin û çapkirin

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li dostê gelê Kurd, nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşikçî kir û biryar da ku hemû berhemên Beşikçî bo zimanê Kurdî bên wergerandin û çapkirin. Barzanî herwiha biryar da ku şexeke Weqfa Beşikçî li Hewlêrê bê vekirin.
Di hevdîtinekê de Nêçîrvan Barzanî bi germî bixêrhatina Îsmaîl Beşîkçî bo Kurdistan kir û herwiha biryara pêşkêşkirina doktora fexrî bo Beşikçî ji aliyê Zanîngeha Selahedîn ve û vekirina salonekê binavê Îsmaîl Beşikçî li Zanîngeha Silêmanyê bilind nirxand.
Ji aliyê xwe Beşikçî kêfxweşiya xwe bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman da zanîn ku ew matmayî maye ji ciwaniya xwezaya Kurdistanê, herwiha pêşketinên li Herêma Kurdistanê û girîngîdana hikûmet û xelkên Kurdistanê bi xweza û ajelan cihê kêfxweşiya navbirî bû.
Herwiha di hevdîtinê de Îsmaîl Beşikçî bal kişand ser destpêka naskirina gelê Kurd û axa Kurdistanê, ku vedigere 50 sal berî niha û behsa pêşketina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî kir. Ji aliyak din ve navborî behsa kultura lêborîn û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kir û got ku parastina vê pêkvejiyanê girîng û pîroz e.
Berhem, çalakî û karên dostê qedîm ê gelê Kurd Îsmaîl Beşikçî mijareke din a hevdîtina Beşikçî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bû, di vê derbarê de Barzanî biryar da ku hemû berhemên Beşikçî bo zimanê Kurdî bên wergerandin û çapkirin. Barzanî herwiha biryar da ku şexeke Weqfa Beşikçî li Hewlêrê bê vekirin, da wek dostekî nêzîk ê gelê Kurd bo nifşên paşerojê yên Kudistanê zindî bimîne.




