Beşar Esed bi % 88.7 ji dengan dîsa bû Serokê Sûriyê

Ajans-KDP.info-Serokê Parlamentoya Sûriyê ragehand ku Beşar Esed ji sedî 88.7 a dengên dengderan di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de bidest xistine û dîsa bû serokê welat.
Serokê Parlamentoya Sûriyê, Mihemed Cîhad Leham ragehand ku Beşar Esed ji sedî 88.7 a dengên dengderan di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de bidest xistine. Li gor Mihemed Cîhad Leham, rêjeya beşdariya welatiyan di van hilbijartinan de gehişte ji sedî 73.42, wate 11 milyon û 634 hezar û 412 kesan di van hilbijartinan de deng dan.
Leham aşkere kiriye , Beşar Esed di hilbijartinê de ji sedî 88.7 deng ji bo xwe misoger kiriye.
Wê berpirsê Sûriye amaje bi wê yekê kir ku, Beşar Esed bo cara sêyemîn dibe serok komarê Sûriyê tevî ku şer û nerazîbûn li Sûriye hene.




